DI VÎ ŞERÎ DE TIŞTEKÎ LI SER NEMIRINÊ HEYE
Di cîhanê de belkî mijara ku herî zêde li ser tê nîqaşkirin û li ser tên gotin, rastiya nenasbûna mirinê ye.
Gava her kes li ser vê dawiya mutleq nirxandinên zanistî, felsefî yan jî teolojîk dike, li ser rûyê erdê girseyeke pir hindik nîqaşa "gelo di ber çi de mirov bibe qurban û bimire?" dimeşîne. Tirseke mezin e ku sînorên biyolojîk ên mirinê, ji pirsa "divê mirov çawa bijî?" her tim bêtir mirovahî mijûl kiriye. Lê piştî ku min felsefeya Rêbertiyê û civakbûna PKK’ê nas kir, min ev lîstoka ku ji bo mirovahiyê bibû mîna koraşiyekê, anî ronahiyeke pir sade. Heke mirin ji bo her zindiyekî rastiyeke ku jê xelasî nîne be, wê çaxê ya esas ew e ku di navbera her du bêhnên ku tu distînî de, di rêya armanc û baweriyên xwe de ya herî baş û ya herî pîroz nîşan bide. Heke em ê zû yan dereng bi vê xeta ku jê re mirin tê gotin re rû bi rû bimînin, ya giring ew e ku tu li pey xwe şopeke ku nayê jêbirin bihêlî. Şopeke pîroz di rêya nirxên ku tu pê bawer e; şopeke bi berpirsyariya mirovbûnê di xizmeta civakê de; şopeke bi hişmendiya jinbûnê di nav jiyanê de û şopeke esîl ku li dijî sîstema mêtinger bibêje "ez jî heme û ez ê her tim hebim"...
Wê demê em dikarin bibêjin ku mirinê hukmê xwe winda kiriye û qediya ye. Ew şopa ku te hiştiye belkî gotinek e, belkî bîranînek e yan jî çalakiyeke fedaî ye... Jiyana te di wê gotinê de, di wê bîra pîroz de û di wê çalakiyê de cardîn dibe laş û şîn dibe. Heke wekî ku her kes li ser lihevhatî ye jiyan ne tenê bêhnstendin û bêhndayin be, gava ew bêhn qut bibe kî dikare li ser me ferz bike ku jiyan bi dawî bûye? Jiyan civakî ye; heta ku civak hebe jiyan jî her tim diherike û berdewam dike. Kesayet tenê di nav civakbûna xwe de dikare nasnameyekê qezenc bike û heke bêyî civakê mirov nikaribe behsa mirovbûnê bike, wê demê mirin bi tena serê xwe tiştekî zêde îfade nake.
PKK Tevgereke Wisa ye ku Mirinê Dikuje
Ji ber ku heke em karibin pîroziya jiyana ji bo kesên din, ji bo gelê xwe û ji bo mirovahiyê nîşan bidin; gava jiyan di şexsê kesekî din de berdewam bike, ev tê wê wateyê ku jiyana me jî dibe xwedî berdewamî. Zira di wê fedaîbûnê de, li dervayî sînorên kesane nemirinek veşartî ye. Ew kesên ku vê dibînin, digihîjin hişmendiya wê û vê heqîqetê di her kêliyê de jiyan dikin em in. Cihê ku ev rûh herî berbiçav û herî şewatbar tê jiyîn welatê me, çiyayên Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê di vê şer û dozê de her tim tiştekî li ser nemirinê heye ku fermanê dide demê. Heke em îro di mîlîtanekî ciwan de ku duh tevlî têkoşîna azadiyê bûye, rûhê şervanekî ku di sala 1988’an de li Serhedê gerîlatî kiriye bibînin, heke em heman germahiya îradeya Apoyî di kûrahiya dilê xwe de hîs bikin, kî dikare behsa mirina wî rêhevalî bike? Mirin tune ye.
Ji ber vê yekê PKK tevgereke wisa ye ku mirinê bi felsefeyê dikuje; ji ber vê yekê girêdanên wê yên civakî her tim pir xurt û saxlem in. Mirinê wekî rastiyeke biyolojîk qebûl dike lê tu carî serê xwe li ber teslîmiyeta wê ya sar tewîne. Kêliya ku tê de dijî, hemû derfetên xwe yên madî û manewî ji bo avakirina sibeha azad seferber û rêxistin dike. Laş ji bo pêkanîna çalakiyê tenê amûreke fîzîkî ye; ya esas hebûna zihnî û rûhî ye. Laş winda bibe jî, ew çalakiya zihnî û rûhê Apocî di kesekî din de, di sed dildarî de, di hezar dildarî de berdewam dike ku bijî û di mejiyê mêtinger de biteqe.
Rastî jî ma mirina mutleq li dijî diyalektîka biyolojîk bixwe jî nîne? Gava tiştek ji aliyê madî ve şêwazê xwe biguherîne, mirov çawa dikare îdia bike ku ew bi temamî winda bûye? Xweza ya ku her bihar xwe ji nû ve hildiberîne, vê hêza gerrîna bêdawî ji kîjan kaniya nemiriyê digire? Manî dibêje: "Li ku derê dibî bibe, tu carî ji bîr nekî ku tu jiyana xwe deyndarê perperokekê jî yî." Heke jiyana me deyndarê lûfîna baskên perperokekê be, mirina me jî belkî ava jiyanê ye ku cardîn can dide wê perperokê, kî dizane... Em ji xwezayê qut nînin, ji gerdûnê serbixwe nînin; em di nav hevsengiya mezin a xwezayê de hêzeke zindî ne. Û bi rastî jî mirin tune ye.
Ji ber ku em dikarin vê bibînin, ez di kûrahiya dilê xwe de hîs dikim ku di vî şerî de heqîqeteke saxlem a li ser nemirinê heye. Li Kurdistanê, hêza yekane ya ku wateya rastî da jiyanê û mirinê, derketina Rêbertî û felsefeya wî bû. Felsefeya jiyanê ya Rêbertî ku pir kûr e lê di heman demê de pir sade ye, her tim mirov digihîne çareseriya herî rast; îro mîna baxçeyekî ronahiyê ye ku em hemû li dora wê difirin.
Ez van rêzan di deryaya rojeke Newrozê de dinivîsim; yanî di wê gava pîroz de ku wekî Kurd me herî zêde wate daye hebûna xwe û ji nû ve ji nav xweliyên xwe çêbûna xwe. Newroz, ligel mîrasa xwe ya dîrokî, gelek wateyên berxwedanê di sînga xwe de hildigire, bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re gihîştiye lûtkeya bilindbûna heqîqî û mirov digihîne wê lûtkeyê. Newroz ew e ku darên me yên ku di tevahiya zivistanê de pelên xwe feda kirine axê, di çiqlên wan de cardîn bûtik şîn dibin, cemreya yekemîn dikeve û kulîlkên hinarê bi hêrs û coşeke mezin vedibin; ew mizgîniya biharê ye.
Wateya biharê ji bo hemû gelan nûbûn e, destpêkek e; lê ji bo gelê Kurdistanê wateya wê pir cudatir e. Berxwedan e, serhildan e, çûna ser çalakiyê ye; gotina rêhevaltiyê ye ku ji bo serkeftinên mezin tê dayîn, gaveke biredost e ku ber bi serkeftinê ve tê avêtin. Bihar, pratîkbûna mejiyekî ye ku di nav gerîla de kûr bûye û gihîştiye hişmendiyê. Cardîn hembêzkirina xwezayê ye, silavkirina rojê ye û derbkirina dilê dijmin e. Gava tu hundirê xwe bi roja şewatbar a biharê germ dikî, tu dilê xwe di çeperên herî dijwar ên têkoşînê de kilît dikî. Astengiyek nîne, em vê Newrozê bi biryardariya serkeftina teqez pêşwazî dikin.
Û em li vir in! Li çiyayên asê yên Kurdistanê... Ji ber êrîşên dijwar û operasyonên dijmin em nekaribin di vê roja biharê ya zindî de ji stargehên xwe derkevin dervayî jî; pîrozbahiyên bi heybet ên li Amed, Kobanê, Wan, Hewlêr û çar parçeyên Kurdistanê, israra gelê me ya di xeta Newrozbûnê de ji bo me kaniya herî mezin a moral û hêzê ye. Ji ber vê yekê em bi coş in, em xwedî bawerî ne. Me îsal pir dixwest ku em ligel Rêbertiya xwe li ser Sûrên Amedê agirê Newrozê geş bikin û cejnê pêşwazî bikin. Lê belê, her berxwedana ku tê meşandin, her biryardariya pêngavê ya ku dibe pratîk, me digihîne wê heqîqetê ku ev xeyal dê teqez bibe rastî. Ev bihar, ducanî ye ji bo azadiyê. Gavek ber bi hevdîtina bi Rêbertî re, zelaliyeke mezin e di şoreşa jinê de. Û ev Newroz, îlankirina wê yekê ye ku gelê Kurd di baxçeyê gelan de cihê xwe yê birûmet ê ku di dîrokê de heq kiriye, cardîn digire.
Li Dijî Teknika Dijmin Her Tim Di Nav Çalakiyê De Bûn
Li çiyayan bihar tê wateya demsala çalakiyê; ji ber vê yekê yekîneya me ya çalakiyê jî bi hatina biharê re ket nav liv û tevgereke pir dijwar. Qada Avaşînê ku ez lê pratîkê dimeşînim, ji ber ku herêmeke stratejîk e li ser xeta sînor e û ji ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ku wekî "ewlehiya sînor" bê navber pêş dixe, ji bo dîtina armancên ku em lê bidin em li vir zêde zehmetiyê nakişînin. Ji bo ku em nîşan bidin ku dijminê dagirker nikare li ser axa me, li ser tepeyên me yên pîroz bi rehetî qereqolan ava bike û heke ava bike jî, dê nekaribe di wan bircên mirinê de bêhnekê bi fırehî bistîne, me jî milên xwe hildan. Me biryar da ku em çalakiya xwe li qada Stûnê pêk bînin.
Di gerîlatî de çûna ser çalakiyê ne tenê lêdana dijmin û vekişîna ser xeta ewle ye. Di amadekariyên çalakiyê de, di rêyên çûna ser çalakiyê yên li ser şiverêyan de, di kêliya çalakiyê de û herî zêde jî di xetên vekişînê de em ewqas bîranînên mezin kom dikin ku; carnan bi rojan em li ser diaxivin û dikenin, carna jî dibin bîranînên ku heta dawiya temenê me ji bîra me naçin. Çalakiya ku em ê vê carê pêk bînin jî ligel xwe gelek serpêhatiyên gerîla anîn. Di çarçoveya amadekariyên çalakiyê de ez derbasî girê Şehîd Rîzgar bûm. Li vir tenê hevala jin ez bûm; lê nêzîkbûna germ a rêhevalan a gava ez pêşwazî kirim û hurmeta wan a kûr, nehişt ku ez hinekî jî ez xwe xerîp hîs bikim. Jixwe di hemû qadên jiyana PKK’ê de wisa ye; mirov cara yekemîn gava gavan baveje cihekî jî, di nav pênc deqeyan de mîna ku bi salan e li wir dimîne tevlîbûneke xwezayî nîşan dide. Piştî wê min di nav xwe de fikirî: Encama vê çalakiyê her çi bibe bila bibe, ji ber ku ez şahidî ji rêhevaltiyên wisa saf re dikim, baş e ku ez ketime vê rêyê, baş e ku ez li vir im.
Girêdanên qahîm ên rêhevaltiyê yên ku hevalên Kamuran, Bahoz, Bawer û Botan nîşan dan, berî çalakiyê hêz û moralekî mezin da min. Ez, heval Bahoz û heval Botan, ji bo keşfkirina çeperên dijmin ên ku em ê çalakiyê lê bikin, tam sê rojan di nav eraziya dijwar de man. Mercên ku me zor lê dikirin çi dibin bila bibin, me xwe tenê ji bo lêdana dijmin kilît kiribû; ji ber vê yekê gava di ceribandinên yekemîn de me nekarî dijmin wekî ku me dixwest derb bikin, moralê me tu carî xira nebû. Dijmin difikire ku ew dikare bi teknolojiya pêşketî ya di destê xwe de gerîla bide sekinandin, lê gerîla bi sedan caran di qada pratîk de îspat kir ku ev şaşiyeke pir mezin e. Gelek yekîneyên dagirker ku di bin balafirên keşfê de xwe di ewlehiyê de hîs dikirin û bi rehetî di eraziyê de digeriyan, bi derbên profesyonel û bi bandor ên rêhevalên me bi temamî hatin tasfiyekirin. Ji ber vê yekê em ê jî bi ser biketana, me ev dizaniya. Dijmin her çend xwest ku me bê tevger bihêle jî, me rûyê xwe zivirand ber bi Şûkê ve.
Gava em gihîştin qada Şûkê, vê carê koma me ya çalakiyê ji Heval Şerzan Qaşûrî û Nesrîn Gever pêk dihat. Em ê çalakiya xwe li dijî hêza dijmin a li ser tepeya Alîşêr pêk bînin, ku yek ji wan tepeyên dîrokî ye ku gelek rêhevalên me bi fedaîtî li wir li ber xwe dan û gihîştin şehadetê. Armanca me lêdana çepera doçkayê ya dijmin bû; lê heta sê rojan jî leşker nehatin ser çekê. Me jî bi sebreke mezin, di bin germahiya şewatbar de û bi erzakekî pir hindik re îdare kir û em li benda kêliya rast a çalakiyê man. Tevî ku ez bi salan e di nav refên gerîla de me, her carê tiştê ku min herî zêde matmayî dihêle, îradeya polatî û sekna rêhevalan a di mercên wisa giran de ye. Mirovê normal heke bi rojan di vê eraziya dijwar de, di bin vê germahiya şewatbar de tenê bi çend parçe nanê hişk re îdare bike, dibe ku bê moral bibe, gotinekê jî nebêje û belkî bêyî ku li pey xwe binêre bireve. Lê li cem me heqîqetek heye ku em jê re dibêjin "israra gerîla", "berxwedana jiyanê"; em çi qas zorê bibînin, em ew qas qayîm dibin û em tu carî ramana teslîbûnê naynin bîra xwe. Wekî mînak, hevalê Şerzan ewqasî xwedî moralekî bilind bû ku ji duh ve ji me re mamikên Kurdî dipirsî û pêkenokan vedigot ku derdorê geş bike. Heke me bizanibûna ku wê dengê me di eraziyê de olan nede û li ber dijmin deşifre nebe, wê demê tu hêzê dê nekariba pêşiya tîqetîqa kenê me bigirta.
Kêmasîya erzakê êdî gihîştibû asta herî jor; ji ber germahiyê nanê me yê kofî mîna kevir hişk bibû û bi gotina hevalê Nesrîn "evrîm derbas kirbû", da ku em daqurtînin me zehmetî dikişand. Lê ji ber ku armanca me ya yekane lêdana darbeyê li dijmin bû, tu ji van zehmetiyên fîzîkî nehatin ber çavên me. Gava me plan dikir ku em dikarin çend rojên din jî bi vê şêwazî îdare bikin, hevalê Nesrîn hîna dorbîn girt destê xwe û bi şahî qîriya: Di çeperê de 7 leşker civiyane! Me ew nanê kofî yê di hembêza xwe de yekser avêt aliyekî û em bi lez bazdan ser cihê çalakiyê. Hevalê Şerzan ji bo ku ez armancê tam ji diwanzdehî ve bixim, her tim moral dida min û baweriyeke sarsilm di dilê min de çand.
Di kêliyên wisa krîtîk de, berî ku ez tiliya xwe deynim ser tetikê, ez her tim zarokên Kurd ên ku hatine qetilkirin, rêhevalên me yên ku li zindanan li dijî îşkenceyê li ber xwe didin, dayikên me yên çavhêsir û canê rêhevalên min ên ku bi êrîşên kîmyewî yan jî bêexlaqî şehîd ketine tînim bîra xwe. Vê carê jî gava min xwe li armancê kilît kir, min heman hêrsa pîroz di dilê xwe de hîs kir û min pêlî tetikê kir. Û hedef parçe parçe bû! Bi vê çalakiya serkeftî ya ku me pêk anî, me bersiva ku dijminê mêtinger heq kiribû da wî; windahiyên leşkerî yên dijmin pir bûn. Yekser piştî çalakiyê dijmin bi helîkopterên tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe bi lez û bez ji qadê revandin, helîkopterên Kobra jî ji tirsan re dest bi bombebaran kirina eraziyê kirin. Lê ez, Şerzan û Nesrîn êdî pir zû gihîştibûn çeperên xwe yên ewle û me bi şahî li ser hûrgiliyên çalakiyê dest bi axaftinê kiribû.
Di vegera çalakiyê de, ji ber westandina giran a rojan, gava ez hilkişiyam girê Pîramîd min hinekî zehmetî dikişand; hevalê Şerzan û Nesrîn jî ji bo ku moral bidin min, her carê wî nanê me yê hişk ê meşhûr dixistin nav lezo (ava bi şekir/şerbet) û hewl didan ku bidin min. Gava kêliyên wisa pîroz û rêhevaltî tên jiyîn, bê guman tu astengî li ber mirov namîne ku mirov nikaribe jê derbas bibe û tu çiya namîne ku mirov nikaribe bironîne. Wekî encam, me îmza xwe avêt binê çalakiyeke din a serkeftî û di vê pêvajoyê de ez bi rêhevalên ku nirxê wan wekî dîrokê ye re bûm nas. Me ev çalakî wekî hêza Avaşînê wekî bersivek li dijî operasyona dagirkeriyê ya li Heftanînê û ji bo girtina tola rêhevalên me yên ku li wir bi qehremanî şehîd ketin pêk anî. Û heta ku ev operasyonên mêtinger bi temamî werin şikandin, em ê her tiştê ku ji destê me tê, di berdêla canê xwe de bikin.


