Rêber APO

Di çîroka Mem û Zînê de jî tevî ku her du alî jî zarokên axayan in, ev evîn pêk nayê; ev rastiyeke Kurdan e. Ev nîşan dide ku di sedsala 16 û 17’an de bihevrebûn û evîn çiqasî zehmet e.

Gelo hûn çawa dibêjin di jîngeheke ku dagirkeriyê evqasî rûxandiye û cihekî ku kesayet evqasî hatiye xistin de ev ê çêbibe? Yek jî di pêvajoya ku Ehmedê Xanî tê de jiyaye de, taybetmendiyên Kurd gelekî zindî ne. Di wir de tu asîmîlasyonek û bi vî rengî dagirkirineke çandî nîne. Begatiyên Kurd ên heta dawiyê serbixwe hene. Evîneke ku li ser vê bingehê bi pêş neketiye, hûn ê çawa di bin dagirkeriyeke giran de, di mercên ku kesayet tune dibe de û her wiha di pêvajoya bêkesayetkirina herî mezin a serdema me de, di civakeke wekî ya me ya gelekî paşvemayî de serbixin? Hûn ê çawa xwe bigihînin evîn û hezkirineke hêsan?

Ez bi hevaltiya xwe ve girêdayî me. Ez bi hevaltiya jinan ve jî girêdayî me. Lê belê hîn jî em şerê vê yê mezin dimeşînin. Em nirxên ku em di rêya wan de şer dimeşînin dizanin. Em di mijara evînê de jî, di mijara jinê de jî çi dikin baş dizanin. Ger ew di vê pêvajoyê de bisînor be jî, çawaniya şerekî azadiyê yê wiha, heta artêşbûna wê dijîn; ev rewş nîşan dide ku bingehekî mezin ê evînê hatiye pêşxistin. Yên ku biaqil in dikarin şîroveyên xwe bi pêş bixin. Ji ber ku di vir de jina xwedî hêz û zilamê xwedî hêz derdikeve. Di têkiliya xwedî hêzan de jî bihêzbûn derdikeve. Hûn ê rê bidin van hemû tiştan. Evîn pirsgirêka xwe-têrkirina du kesan nîne. Bihevrebûneke di asta neteweyî de ye.

Mirovahiya pêşverû re hevgirtin e, xwe bi mirovahiya pêşverû ve dayîna qebûlkirinê ye. Rûxandina astengên feodal e. Derbaskirina hestên biçûk, malbatgerî û eşîretgeriyê ye. Di asta neteweyî de gihîştina hêza mezin a hezkirinê, zanebûna wê û rêxistina wê ye. Gihîştina rêxistina partiyê ye û di serî de jî gihîştina rastiya partiyê ye. Bi hemû aliyên xwe pêşwazîkirina rizgariya neteweyî û civakî ya welat e. Ger we ev sînor derbas kirin, hestên we jî û evînên we jî mezin in. Ger hûn hîn nehatibin van sînoran, em nikarin li Kurdistanê behsa evînan û hestan bikin. Bi tenê mirov dikare li wir behsa xulamtiya dagirkeriyê, têkçûn û pîsitiya wê bike.

Lê belê dema ku hûn bixwazin evînê bijîn, gelo ma hûn çi dikin? Cerdevan bi pereyên ku ji cerdevaniyê girtine, zewaca duyemîn dikin. Ji bo ku jina duyemîn bistînin, kar dikin ku pereyan peyda bikin. Encama vê jî dibe xiyanet. Zuriyet jî, zilamtî jî evqasî bi hev ve girêdayî ye. Ez vî tiştî ji xwe dernaxim, ev rastiyên ku kesên dixwazin bifikirin nikarin piştguh bikin in. Me di rizgariya jinê de derfetên yekîtî, nîqaş û meşê pêş xistin. Wekî berê ew zilamên ku ji serdestiyê zêdetir tu tişt ferz nedikirin nînin. Zilamên ku bikaribin bibin rêheval hene. Me serkeftineke wiha bi dest xist. Dibe ku hinek ji we ji vê yekê têr nebin. Lê belê ger hûn li dîrokê û rastiya civakê temaşe bikin, hûn ê baş fêm bikin ku em dixwazin çi bibêjin. Me zemînên rast ên hestên we afirandin. Me riya rast a hestyariyên we yên ku dê çêbibin nîşan da. Nirxekî mezin bidin vî tiştî. Ev destkeftiyên gelekî saxlem in. Vî tiştî bilindtir kirin û serkeftin pêkanîn şerê me yê mezin e. Rizgariya evînê jî, jinê jî, zilam jî bi vê ve girêdayî ye.

Hûn wisa bawer dikin ku em di van mijaran de zêde bi kûranî nafîkirin. Hûn welatparêziya min dizanin; ji hemû taybetmendiyên xwezayê yên zindî û nezindî, em ji nêrînekê bigirin, têkiliya cîraniyê ya ku bi qasî min jiyaye, heta têkiliyên min, ez nikarim pêwendiyê bi vê mijarê re nekim. Hûn şansekî bi du peyvan ê pêşketinê nadin têkiliyên xwe. Keç û zilamên herî navdar jî li gel we bin, roja duyemîn hûn ê ava wan derxin. Lê belê yê ku jin û zilam bi pêş xistiye em in. Tu Kurdek di vê mijarê de şansê avakirina zemînekê nade jina azad. Li holê ye ku zilam û jinên Kurd ên herî navdar ji azadiyê çi fêm dikin û çi qasî azad in? Lê belê ezmûnên me û hinek pêşketinên me yên ku me derxistine holê hene. Ez nabêjim ku min her tişt afirand, lê belê tevgera rizgariya jinê ya ku em dixwazin bi pêş bixin heye. Ez nabêjim bi hemû tiştên xwe ve temam e, serkeftin misoger e. Lê belê tekoşîneke li pêş çavan heye. Rêxistina vê jî her diçe bi pêş dikeve. Ev karekî tenê bi min ve pêk were nîne. Ev şerê hemû kadro, gel, jin û zilaman e. Me tiştên ku diketin ser milên me kirin, hîn jî em dixwazin afirîner bin. Ez dikarim diyar bikim ku di nava heft salên derbasbûyî de, bi taybetî me dahûrandinên kûr bi pêş xistin. Di nava çend salên dawiyê de jî me berfirehiyek da vê mijarê. Li gel vê jî em ber bi xwedîhêzbûna pratîkî ve jî diçin.

Ev pêşketin tenê di asta Kurdistanê de nîne, di asta navneteweyî de jî girîng e. Erkeke me heye ku em vê pêşketinê pêşdetir bibin. Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her roja derbas dibe, di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc dikin ku bersiva herî mezin bidin vê. Ew kesayeta ku di nava partiya me de azad dibe çareseriyeke mezin e. Asta azadiya di nava partiya me de, misoger asta azadiya jinê jî derdixe holê. Ev yek wekî ku tê bawerkirin hîn zêdetir piştgiriyê dide şoreşgerî û azadiya civakê. Di cihekî de bi qasî ku jin azad bibe, civak jî azad dibe. Em ji bo vê kûrbûneke wekî “bi qasî ku kesayet azad bibe, di têkiliyên jin û zilam de jî wekhevî û azadî bi pêş dikeve” didin qezenckirin. Pêwîst e em balê bikişînin ser vî aliyê PKK’ê jî. Em derfetê nadin ku şoreşa me taybetmendiyên xwe yên feodaliyê girantir bike û bibe şoreşeke ku di bin serdestiya zilam de bimeşe. Hîn ji wê zêdetir, em derfetê nadin ew taybetmendiyên kesayetê ku kapîtalîzmê cihê kiriye û derfetê nadin taybetmendiyên serdestiya zilam jî.

Em bawer dikin ku me di bihevrebûna jin û zilam de, di zemînekî ji bo azadî û wekheviyê re vekirî de PKK pêş xist. Em nirxekî mezin didine xwe ku em vê rêgezê baş di pêş çavan re derbas dikin û bi pêş dixin. Misoger him rêgez û him jî pêkanîna rêgezê heye. Li gorî vê jin jî û zilam jî xwe bi pêş dixin. Cara yekem e ku şoreş li ser bingehê hevpariya jin û zilam bi pêş dikeve û ev taybet e. Ev hêmaneke ku dema me rastiya xwe hinekî dahûrand, bi ser xist û misoger kir. Bêguman dê di vê riyê de hîn zêdetir tekoşîn were dayîn. Pêwîst e biçûk neyê dîtin ku di vê pêvajoya şoreşê de jî di vê têkiliyê de asteke rêgezî û hêzeke pêkanînê ya evqasî berfireh hatiye bidestxistin.

Em dixwazin di artêşbûna jinê de gaveke pêşdetir biavêjin û asta wekhevî û azadiyê bigihînin bingehên saxlem. Ger em tevlîbûna jinê di şerê leşkerî de jî bînin vê astê, jixwe ev tişt di hemû qadên civakî û siyasî de nîşandanê gengaz dike. Ev jî dê bibe şoreşeke ku hîna di serî de çawaniya jin û zilam bi rengekî wekhev û azad dixe rojeva xwe. Ev jî dê bibe pêşketineke şoreşgerî ku nirxên xwe yên navnetewî gelekî bilind in.

Pêşketina PKK’ê wekî partiyeke wiha, dîsa di rizgariya jinê û şoreşa jinê de, rizgariya neteweyî ya Kurdistanê di çawaniyeke wisa de bi pêş dikeve ku dihêle nirxên wê zêdetir pîroz bibin. Me bingehê vî tiştî ava kir û bi hinek hewldanên bisînor ve şansê pêşketinê dayê. Yên ku xwedî îdia ne û nirxekî mezin didin milîtanbûna vê, dikarin zemînê vê rast bi kar bînin û milîtaniya xwedî hêz a jinê, artêşbûna jinê û kesayeta zilam a gelekî xwedî nirx ku hatiye dahûrandin û milîtaniya vê pêk bînin. Serkeftina şoreşê, ji tiştê tê bawerkirin zêdetir, girêdayî derketina holê ya kesayetên wisa yên di nava tekoşînê de ye û şoreşên ku di rêbertiya van de tên meşandin de, meşa ber bi armancên ku hatine danîn ve ye. Kesayetên wiha hîna ji niha ve him ji netewe û civakeke serbixwe û azad re, him jî ji şêwazên wê yên ku heta hêmanên wê hatine daxistin re dikarin rêbertiyê bikin.

Çareseriyeke ku di nava partiyê de hatiye serxistin, ji bo serxistina wê ya di nava civakê de jî pîvanek e. Ji ber wê jî evqas nirxdayîna me ya vê rêgezê nîşan dide ku em çi qasî bi armanca xwe ya civakî re, ku em bi biryar in di dahatûyê de ava bikin, di nava ahengiyekê de ne. Hê ji niha ve xwedîrêgezîbûn tê wateya di rizgarkirina pêşerojê de biîdiabûnê. Hê ji niha ve her çiqasî hewldanên rastî zehmet bin jî, her çiqasî hêdî jî bi pêş bikeve û her çiqasî ji bo we dijwar be jî, avakirineke civakî ku li ser vê bingehê dahatuyê di mercên taybet de tê pîrozkirin, em ê şansê xwe yê serkeftinê bigihînin ewlehiyê.

8  Adar 1994